Li Kerkûkê kesek ji aliyê DAIŞê ve hat revandin Li Kerkûkê kesek ji aliyê DAIŞê ve hat revandin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Kerkûkê kesek ji aliyê DAIŞê ve hat revandin

BasNews – Li bajarê Kerkûkê kesek ji aliyê DAIŞê ve hat revandin û birayekî wî jî ji kerba canê xwe ji dest da.

Welatiyekî Kerkûkî bi navê Zahîr Mihemed ji BasNewsê re got, terorîstên DAIŞê li Kerkûkê kesek revandin. Birayê wî kesê han ji kerba wê yekê canê xwe ji dest da.

Berpirsê polîsê Kerkûkê, Kawe Xerîb ji BasNewsê re ew bûyer piştrast kir û ragihand, dê hûrgiliyên wê yekê paşê bên belavkirin.

Li ser mirina birayê wî kesî jî, wî efserê polîs got, haya me jê nîne.