Silêmanî – Zilamek ji aliyê sê karkerên ereb ve hat kuştin Silêmanî – Zilamek ji aliyê sê karkerên ereb ve hat kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Silêmanî – Zilamek ji aliyê sê karkerên ereb ve hat kuştin

BasNews – Li bajarê Silêmaniyê welatiyek ji aliyê 3 kesên ereb ve hat kuştin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, îro danê sibê li taxa Rizgarî ya Silêmaniyê welatiyek ji aliyê sê kesên ereb ve ku li ser xaniyê wî kar dikirin, bi dar û bêran hat kuştin.

Li gorî agahiyan, wan kesên han piştî kuştina wî zilamî otomobîla wî jî dizîn û reviyan.

Navê kesê ku hatiye kuştin, Osman Mihemed e û temenê wî jî zêdetirî 60 salî ye.

BasNewsê hewl da li ser wê rûdanê bi berdevkê polîsê Silêmaniyê re bipeyîve lê bersiv nehat dayîn.

Ew zilamê ku hatiye kuştin