Fermandeyekî Pêşmerge: Milîsên Heşda Sunnî li Kerkûkê hevkariya DAIŞê dikin Fermandeyekî Pêşmerge: Milîsên Heşda Sunnî li Kerkûkê hevkariya DAIŞê dikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Fermandeyekî Pêşmerge: Milîsên Heşda Sunnî li Kerkûkê hevkariya DAIŞê dikin

BasNews – Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, yek ji sebebên serekî yên zêdebûna çalakiyên DAIŞê li Kerkûkê ew e ku milîsên Heşda Sunnî alîkariya wan dikin.

Ev demek e li parêzgeha Kerkûkê bi taybet li Dûbiz, Daqûq û Hewîcê êriş û çalakiyên DAIŞê zêde bûne.

Li ser vê mijarê, fermandeyê hêzên Pêşmerge li Kerkûkê, lîwa Heme Rêgir ji BasNewsê re got, li deverên Kurdistanî bi taybet li deverên Dûbiz, Daqûq û Hewîce yên Kerkûkê çalakiyên DAIŞê zêde bûne û şaneyên wan veşartî alîkariya wan dikin û derfeta êrişên terorîstî bo wan zêde bûye.

Heme Rêgir her wiha got, mixabin heta astekî hikûmeta Iraqê jî derfet bo DAIŞê çêkiriye ew jî bi rêya avakirina hêza Heşda Sunnî ye. Çimkî beşek ji wan çekdarên Heşda Sunnî berê endamên DAIŞê bûn û niha jî bi wan re hevkariyê dikin. Ji ber wê yekê, Heşda Sunnî li şûna ku li dijî DAIŞê şer bike, alîkariya wan dike.

Li ser pêkanîna 4 jûrên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî wî fermandeyê Pêşmerge got, ji ber ku ew jûr nû hatine danîn, hîn bi rengekî aktîv dest bi kar nekirine lê bi rastî heta niha ne bi dilê me ye.