Li Pişder 4 kes ji ber girtina masiyan hatin girtin Li Pişder 4 kes ji ber girtina masiyan hatin girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Pişder 4 kes ji ber girtina masiyan hatin girtin

BasNews – Li devera Pişder ya Herêma Kurdistanê 4 kes ji ber girtina masiyan hatin girtin.

Bi destpêkirina biharê re girtina masiyan li Herêma Kurdistanê tê qedexekirin û qedexe payîzê radibe. Ji ber wê jî kî di vê heyamê de masiyan bigire, tê sizadan.

Berdevkê polîsê daristan û jîngehê li bajarê Ranya, Bêstûn Ezîz ji BasNewsê re got, piştî ku me zanîn çend kes li nav çemê nahiya Jarawe li devera Pişder, bi qaçaxî masiyan digirin, me yekser operasiyon da destpêkirin û di wê operasiyonê de 4 kes hatin girtin û dest bi ser sê torrên wan de jî hat girtin.

Wî efserê polîs da zanîn, ew kesên han dê radestî dadgehê bên kirin da ku bên sizadan.

Li gorî agahiyên wî efserî, şeva borî li nêzîkî gundê Kêlespiyê jî hêzên polîs dest danîn ser 5 torrên girtina masiyan lê xwedanên wan ne xuya ne.