Sekreterê giştî yê NY bi fermî behsa kuştina kolberan û bidarvekirina kurdan ji aliyê Îranê ve kir Sekreterê giştî yê NY bi fermî behsa kuştina kolberan û bidarvekirina kurdan ji aliyê Îranê ve kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Sekreterê giştî yê NY bi fermî behsa kuştina kolberan û bidarvekirina kurdan ji aliyê Îranê ve kir

BasNews – Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres nîgeraniya xwe li hember binpêkirina mafên kurdan li Îranê nîşan da û ragihand, gelek girtiyên kurd hatine bidarvekirin û bi dehan kolberên kurd jî hatine kuştin.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres raportek li ser rewşa mafên mirov di cîhanê de bo 47emîn civîna encumena mafên mirov ya NY amade kir.

Di raporta Guterres de behsa binpêkirina mafên kurdan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî hatiye kirin û nîgeranî û nerazîbûna xwe aniye ziman.

Sekreterê giştî yê NY di raportê de gotiye, sala 2020 herî kêm 69 kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin û herî kêm sizaya îdamê ya 10 girtiyên siyasiyên kurd jî hatiye pesendkirin.

Guterres daye zanîn jî, sala 2021 zêdetirî 100 çalakvanên sivîl yên kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine girtin ku rewşa beşek ji wan nayê zanîn.

Sekreterê giştî yê NY behsa girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan jî kiriye û gotiye, Zeyneb Celaliyan ji sala 2008 de ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye girtin lê heta niha nekariye malbata xwe jî bibîne.

Antonio Guterres behsa girtin û sizadana mamostayên kurd Zara Mihemedî û Anîsa Ceiferî jî kiriye û gotiye, sûcên wan tenê ew bûye ku zimanê kurdî fêrî zarokan kirine û çalakiyên kulturî kirine.

Di raporta Guterres de behsa kolberan jî hatiye kirin û hatiye gotin, zilma li dijî kolberên kurd li Îranê gelekî zêde bûye û ew jî me nîgeran dike. Li parêzgehên hejar yên Îranê herî kêm 70 hezar kes kolberiyê dikin ku piraniya wan kurd in.

Bi gotina Guterres, sala 2020 herî kêm 60 kolberên kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin ku beşek ji wan zarok bûn û 170 kolber jî birîndar bûne. Lê heta niha li ser kuştin û birîndarkirina wan ti lêpirsînek nehatiye kirin û ti kes jî nehatiye sizadan.