Tirkiye- 96 kesên din bi Koronayê mirine Tirkiye- 96 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 96 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di  heyama 24 saetên dawîn de 6 hezar û 408 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û herwiha 96 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja înê 10.06. 2021ê Wezareta Tendirustiya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê di 24 saetên borî aşkere kir. Herwiha Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihandiye 6 hezar û 408 kes bi Koronayê ketine 96 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mirine.Herwiha 6 hezar û 895 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Herwuha niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 313 hezar û 98 kesan û 48 hezar û 524 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 186 hezar û 728 kes jî ji vîrusê baş bûne.