Wezareta Navxwe: Hewlêr xeta sor e! Wezareta Navxwe: Hewlêr xeta sor e!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Navxwe: Hewlêr xeta sor e!

 

BasNees- Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hişyarî da grûba ser bi PKKê ya bi navê “Aştî û Azadî” û ragihand "Gelek hemwelatiyên bi regeznameya Ewropayê şandine herêmê da ku wan wekî amûrekê ji bo têkbirina aramiya li Herêma Kurdistanê bikar bînin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê îro roja pêncşemê 10.06.2021ê bi daxuyaniyekê ragihand ku “Piştî ku çekdarên PKK di demên berê de çend caran êrîşî ser Pêşmerge û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê kirine û çend efser û Pêşmerge şehîd û birîndar kirine, hewl dane ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin. Mixabin di rojên borî de 6 Pêşmerge şehîd û çend Pêşmerge jî birîndar kirin.” 

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber hebûna çekdarên PKKê, bi salan e bi sedan gundên li herêmên ser sînor hatine valakirin û gelek zerarên madî li welatiyên van deveran bûne. Di heman demê de her tim hewl dane destwerdanê di kar û barên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de bikin. Bi awayên cuda cuda van rojan jî li nava herêma Kurdistanê di çarçoveya pilanên xwe de yên li dijî Herêma Kurdistanê û bi alîkarîya destekî navxwe dixwazin alozî û nearamîyê çê bikin. Çend hemwelatiyên xwedî nasnemaya Ewropî şandine Herêma Kurdistanê da ku wan wek amûrekê têkdana aramiya li nav Herêma Kurdistanê di bin navê grûpa bi navê Aştî û Azadiyê de bi kar bînin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hişyarî dide û dibêje: “Parastina aramiya Herêma Kurdistanê bi giştî û Hewlêra paytext xeta sor e û em rê nadin ku ev aramî bi ti behaneyekê û di bin navê ti grûpekê de bê têkdan.”

Wezareta Navxwe herwiha bang li wê grûpa bi navê  “Aştî û Azadiyê” dike ku “xwe ji bo xerakirina rewşa ewlekariyê ya li herêmê neke amûrek. Eger bi rastî aştî û aramiyê dixwazin, bila biçin Qendîlê ji ber ku tundî û nearamî ji wir tê. Divê ev kom daxwaz ji PKKê bikin ku êdî destwernede nava karûbarên Herêma Kurdistanê nekin û sînorekî ji bo şerkerfiroşên xwe deyne û dijîtiya gelê aştîxwaz ê Herêma Kurdistanê neke.”