Mamostayê Zankoyê: Girîngiya serdana Mesrûr Barzanî ji bo Belçîka vekirina konsolxaneya wî welatî ye li Herêma Kurdistanê Mamostayê Zankoyê: Girîngiya serdana Mesrûr Barzanî ji bo Belçîka vekirina konsolxaneya wî welatî ye li Herêma Kurdistanê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Mamostayê Zankoyê: Girîngiya serdana Mesrûr Barzanî ji bo Belçîka vekirina konsolxaneya wî welatî ye li Herêma Kurdistanê

BasNews- Akademîsyen û mamosteyê zanîngehê Aşna Baban derbarê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Belçîkayê axivî û da zanîn girîngiya serdana Mesrûr Barzanî ew e ku wê Belçîka konsolxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Îro roja pêncşemê 10.06.2021ê akademisyen Aşna Baban ji BasNewsê re axivî û got:“Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Belçîka, serdaneke zor gîring e, çunke Serokwezîrê Belçîka bi xwe li wir amade bû û guftugoyeke baş di navbera herdu aliyan de hat kirin û yek ji gîrîngiya wê serdanê jî ew e ku vekirina konsolxaneya Belçîkayê bûye li Herêma Kurdistanê. Çunke konsolxaneya Belçîka li Urdinê heye û wê li Herêma Kurdistanê jî veke.’’

Herwiha akademîsten Aşna Baban aşkere jî dike vekirina konsolxaneya Belçîkayê lli Herêma Kurdistanê karekî girîng e û danûstendina bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê de wê gelekî di berjwendiya herdu aliyan de be û herdu alî dikarin ji tecrûbeyên hevdu îstîfade bikin.

Di beşeke din a axaftina xwe jî de Aşna Baban dibêje bilindkirina ala Kurdistanê bi tenê peyameke muhîm bû û girîngiya Herêma Kurdistanê nîşan dide.