Ji ber hevpeymaniya li gel Heşdî Şeibî nakokî nav YNKê de peyda dibin Ji ber hevpeymaniya li gel Heşdî Şeibî nakokî nav YNKê de peyda dibin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ji ber hevpeymaniya li gel Heşdî Şeibî nakokî nav YNKê de peyda dibin

BasNews – YNK di nav xwe de ji ber hevpeymaniya li gel lîsteya Fetih a Hadî Amrî serokatiya wê dike pirsgirêk di nav baskan de peyda dibe û heman demê de endamekî borda Enstûtiya Lêkolînê ya Amerîkî – Kurdî amaje bi wê yekê kir ku hevpeymanî kirina YNKê ziyaneke mezin dê bide kurdan û YNKê. Lê YNK di bin desthilata wê gruba xiyaneta 16ê cotmehê de ye ku li gel Heşdî Şeibî rêkeftin pêkanîbûn ji bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî ku ew navçeyane radestî Heşdî Şeibî kiribûn.

Çend rojên borî de seroka fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Ala Talabanî ragehand, hevpeymaniya Fetih ku ji aliyê Hadî Amrî ve serokatiya wê tê kirin, ya herî nêzîke ku YNK hevpeymaniyê li gel bike û got: ‘’Hevalên me yên kevin me bîr nakin û berdewam hevpeymanin û bi taybet piştî helbijartinê jî hevpeymanê herî nêzîk û partiya li gel me dê hevpeymaniya Fetih be.’’

Lê BasNewsê ji çavkaniyekî agahdar a navxweyî YNKê zanî ku pirsa hevpeymanî kirina YNKê li gel lîsteya Fetih a Hadî Amrî ku piraniya Heşdî Şeibî pêktîne, li navxweyî YNKê de pirsgirêk û nakokî çêkirine. Hin baskên cuda yên YNKê dixwazin YNKê ji hegemonya Heşdî Şeibî dûrbixin. Lê gruba xiyanetkar a 16ê cotmehê bi wê desthilata xwe ya heyî ve li ser vê yekê rijd in ku berdewamiya wê rêkeftinê bikin ku 16ê cotmehê de baskê nîv serokê YNKê Lahor Cengî li gel Heşdî Şeibî li ser radestkirina Kerkûkê pêkanîbû.

Çavdêrê siyasî û endamê Borda Enstûtiya Lêkolînên Amerîka – Kurdî Dr. Newzad Hîtutî ji BasNewsê re ragehand, ew Hevpeymaniya YNK dixwaze bike wek ew bixwe dibêjin bo berî helbijartin û piştî helbijartinê ye. Ya rast jî ew hevpeymanî ne nû ye, ev peyvendiya wê bi rêkeftina 16ê cotmehê ve heye û digehe naha jî, ku baskek an jî grubekî nav YNKê pêkanî û ji wê demê ve berdewame, YNK jî nikare ji bin destê wê grubê derkeve û serbixwe be.’’

Herwaha amaje bi wê yekê jî ki, ew hevpeymanî bo wê yekê tê kirin ku navçeyên Kurdistanî wek naha di dest Heşdî Şeibî de wekî xwe bimîne û got: ‘’Hevpeymaniyekî hindî bêjî xirabe bo kurdan û bi taybet bo YNKê jî. Mixabin nedibû YNK bi wî karî berdewamî bi dagirkeriya Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bide û rewabûna dubare bide wê rewşê. Ji ber hemû aliyek agahdare ku çi rewşek li serê wan navçeyan hat û siyaseta wê grubê li Kerkûk û Şingalê li hember kurdan roniye ku tinekirina nasnameya kurd û Kurdistanîbûna bajar e.’’

Li gor heman çavdêrê siyasî, hemû YNK li gel berdewambûna xiyanet û rêkeftina 16ê cotmehê nîne, lê ew gruba naha bi temamî dest danîne ser YNKê û ewên ku biryar di dest wan de di nav YNKê vê dikin û got: ‘’Ew hevpeymanî li dijî Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê ye jî, ku li dû çareseriyekî digerin ji bo lewaz kirina Heşdî Şeibî, lê hevpeymanî kirina her hêzek ji sunne û kurd dê ziyanê bide hewldanên Amerîkayê yên lewaz kirin û çareser kirina pirsa Heşdî Şeibî ku berdewam êrîş dikin ser Amerîkayê. Di vê rewşê de Amerîka wek beşek Heşdî Şeibî li hevpeymanên Heşdî Şeibî dinêre, ev yek jî dê ziyanê bide kurdan û YNKê jî.’’