Heme Perêşan
BasNews – Termê keçeke ciwan a Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê destgirtiyê xwe ve hatibû şewitandin, di rêya navbera Seqiz û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê de hate dîtin.
Îro 08.06.2021ê malpera Hengaw belav kir, termê keçeke ciwan a xelkê Seqizê ya bi navê Gulale Şêxî di rêya navbera Seqiz û Sine de li cîhekî bi navê Çapanî Xwarê hatiye dîtin.
Çavkaniyekî ji malpera Hengaw re ragehand: ‘’Gulale fermanber bû, du heftî berî naha li gel destgirtiyê xwe geşt kiriye û destgirtiyê wê jî kurê xalê wê bû. Piştre destgirtiyê wê pêwendî li gel malbata keçikê çêdike û ji wan re gotiye, ku ew kuştiye û termê wê jî di rêya navbera Seqiz û Sine de veşartiye û ew bixwe jî piştî wî tewanî reviyaye.’’
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, ku duh ew tometbarê bi navê Keyumers li bajarê Astara ya li Bakurê Îranê hatiye girtin, piştre li xwe mukir hatiye ku li gel hevalekî xwe bi çar lîtreyên benzînê Gulale şewitandiye û termê wê veşartiye.
Çend rojên borî de herî kêm 5 jin li bajarên Seqiz, Kirmaşan, Îlam û Derreşar ên Rojhilatê Kurdistanê bi destê kesên nêzîkî xwe ve hatin kuştin.