Rêveberekî Gorran: Endamên PKKê li Silêmaniyê ti hesabekî bo Lahor Cengî û YNKê nakin Rêveberekî Gorran: Endamên PKKê li Silêmaniyê ti hesabekî bo Lahor Cengî û YNKê nakin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêveberekî Gorran: Endamên PKKê li Silêmaniyê ti hesabekî bo Lahor Cengî û YNKê nakin

BasNews – Endamekî civata Giştî ya Tevgera Gorran ragehand, PKK ti hesabekî bo Lahor Cengî yê nîvserokê YNKê û partiya wî nake û ‘’Her demekî bixwazin li Silêmaniyê dê ji bajar jî derxin.’’

YNK ji aliyekî ve navçeyên Zînî Wertê û gelek navçeyên din de hêzên xwe bi temamî li hember hêzên PKKê kom kirine û amade û pirçek kirine. Ji aliyê din ve jî çapemenî û bi taybet jî çapemeniya taxima xwefiroş a 16ê Cotmehê berdewam wisa nîşan dide ku xwedê girawî ew piştevaniyê li PKKê dikin.

Vê derbarê de Endamekî civata Giştî ya Tevgera Gorran  Ebdula Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Her diçe PKK li sînorê Helebce û Silêmaniyê xwe bihêztir dike, rêxistinên xwe kom dike, ti hesabekî bo Lahor Cengî û îdareya Silêmaniyê nake. Bi ti awayekî PKK hesabê bo ti kesê nake.’’

Herwaha aşkera kir, PKK ketiye nav hêza leşkerî ya Silêmaniyê û binke û cîh û çalakiyên wan heye û hesabê bo YNKê nakin. Heta çi dema bixwazin jî dê ji bajar derbixin.

Berpirsê Gorran teqez kir ku endamên PKKê hesab bo Lahor Cengî û YNKê nakin. Tişta ku bixwazin li Silêmaniyê dikin, ew ti kesekî li vî sînorî jî milbimilê xwe nabînin.