Li Hewlêrê navçeyekî bazirganiya navnetewî tê ava kirin ku hemû sektorên hilberînê li xwe bigre
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Hewlêrê navçeyekî bazirganiya navnetewî tê ava kirin ku hemû sektorên hilberînê li xwe bigre

Serbaz Qazî

BasNews – Serokê desteya hilberînê li Herêma Kurdistanê ragehand, navçeyekî giring a bazirganiya navnetewî li Hewlêrê tê ava kirin, ku hemû sektorên hilberînê yên di warên cuda de li xwe bigre.

Serokê Desteya Hilberînê li Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek welatên cîhanê biryare navçeyekî giring a bazirganiya navnetewî li Hewlêrê bê ava kirin, navçe ji aliyê çend şîrketekî welatên Îmaratê ve tê cîhbicîh kirin. Ev jî pêngavekî giringe ji bo pêşxistina sektora hilberînê li herêma Kurdistanê.’’

Herwaha got: ‘’Ew navçeya bazirganî ku biryare li Hewlêrê bê ava kirin, navendeke gelek giringe ji ber hemû sektorên hilberînê dê li xwe bigre. Ji wan jî sektora pîşesazî û bazirganî, geştyarî û herwaha gelek sektorên din dê hebe, guftûgoyên baş me ligel şîrketê kiriye li ser projeye û hemû zanyarî dane me.’’

Dr. Mihemed Şukrî got: ‘’Desteya hilberînê temamê asankarî bo her şîrket û hilberînekî dike, ku bixwazin li Kurdistanê sermaye razînin, rewşa herêma Kurdistanê jî gelek başe bo sermayedar bên sermaye razînin û projeyên hilberînê bicîhbînin.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved