Bi wêne…Li Kifrî pêşangehekî pirtûkan hat vekirin Bi wêne…Li Kifrî pêşangehekî pirtûkan hat vekirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bi wêne…Li Kifrî pêşangehekî pirtûkan hat vekirin

Cotyar Kelarî

BasNews – Îro li bajarê Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê bi beşdariya gelek saziyên çap û weşanê ve pêşangehekî pirtûkan hate vekirin û dê heftiyekî jî vekirîbe.

Rêveberê pirtûkxaneya giştî ya Kifrî Bazyan Sabîr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 03.06.2021ê li salona pirtûbxaneya giştî ya Kifrî projeya dostên pirtûkan bi alîkariya pirtûkxaneya giştî ya Kifrî û bi beşdariya saziyên nivîskar, Kepir, Navenda wêjevan (Edîp), Hacî Qadirê Koyî, Rênima, Rêdar, Navenda Zehawî ya lêkolînên fikrî, Ara, Narîn û Aras ve pêşangeha pirtûkan hate vekirin.’’

Herwaha got: ‘’Zêdetir ji hezar navnîşanên cuda û zêdetir ji 5 hezar pirtûkan bi zimanên kurdî, erebî û Îngîlîzî li pêşangehê de hatine pêşandan û di warên erdnîgarî, Fikir, derûnzanî, wêje, felsefe, ol û warên zarokan û gelek warên din de bi erzankirina sedî 30 bo hemû zimanan hatiye vekirin û dê heftiyekî berdewam be.’’