Sibe forum a navnetewî ya amûrên avahîsaziyê li Hewlêrê birêve diçe Sibe forum a navnetewî ya amûrên avahîsaziyê li Hewlêrê birêve diçe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Sibe forum a navnetewî ya amûrên avahîsaziyê li Hewlêrê birêve diçe

Geşbîn Hewlêrî

BasNews – Biryare sibe li bajarê Hewlêrê pêşangeh ango forum a navnetewî ya amûrên avahîsaziyê bi beşdariya bi dehan şîrketên navxweyî Iraqê û welatên derdorê ve birêve diçe.

Îro 25.05.2021ê berdevkê Yekitiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê Karwan Sûrçî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî 15 meh bi bandoriya şewba vîrusa koronayê li Herêma Kurdistanê, ev yekem care em pêşengahekî taybet a amûrên avahîsaziyê li pêşangeha navnetewî ya Hewlêrê vedikin û bi vekirina vê peşangehê ve dubare rewşa bazirganî û pêşketina sektora avahîsaziyê li herêma Kurdistanê dê çêbe.

Herwaha got: ‘’Di vê pêşangehê de hejmarek zêde ya şîrketên Iraq û herêma Kurdistanê û welatên derdorê yên wek Îran, Tirkiye, Misir, Çîn û gelek welatên Ewrupa jî beşdar dibin. Nêzîkî 80 şîrket dibin û ev yek jî di warê tevgera bazirganî de xwedî giringiyekî taybet e.’’

Navborî got: ‘’Em wek Yekitiya Odeya Bazirganî û Pîşesazî piştgiriyê li vekirina vê pêşengahê dikin. Ji ber li gel vekirina her pêşangehekî hin şîrketên din ên nû tên bo Herêma Kurdistanê ku rewşa avahîsazî û hilberîn û sektorên din bi çavên xwe dibînin û di encamê de ev yek dibe sedemê ava bûna protokolan di navbera herêma Kurdistanê û welatên din de.’’