Awustirya…Bijîşkan lingê xelet ê nexwaşekî jê kirin Awustirya…Bijîşkan lingê xelet ê nexwaşekî jê kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Awustirya…Bijîşkan lingê xelet ê nexwaşekî jê kirin

Rukiye Mistefa

BasNews – Li Awustirya di emeliyatekî cerahî de bi xeletî lingê nexwaşekî 82 salî yê xelet ango di cîha lingê çepê, lingê rastê hate jêkirin.

Li herêma Freistadt a Awustiryayê klînîkekî xeletiya xwe qebûl kir, ku di emeliyata ji bo zilamê bi temen hatiye kirin de cîha lingê çepê, lingê rastê jêkirine.

Zilamê temen 82 salî yê nexwaşiyên wî yên cuda cuda hene bûye sedem ku herdu lingên wî jî ji wan nexwaşiyan bandor bibin û nexwaşiyên wî hatine asta ku divê êdî lingê wî yê çepê bê jêkirin. Lê beriya emeliyatê lingê xelet îşaret kirin bû sedem ku ew zilamê bi temen lingê xwe yê sax winda bike.

Li gor daxuyaniya wê klînîkê hat ragehandin ew xeletî ji ber zincîre bêşansiyan wek rewşekî xirab derketiye holê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn destpê kir û hat ragehandin ji bo careke din rewşekî wisa dernekeve pêş hemû standart dê li berçav bên derbas kirin.

Herwaha hat ragehandin ji nexwaş re piştevaniya psîkolojîk tê kirin.