Rukiye Mistefa
BasNews – Li Hindîstanê di dawetekî de dema mahrbirînê de zava reviya, lê bûk jî li gel mêvanên hatine dawetê yek ji wan zewicî.
Li bajarê Kanpur ê ser bi eyaleta Uttar Pradeşê bûyerekî pir ecêb hate jiyana kirin.
Di dawetekî de zava dema mahrbirînê de reviya û li gor nûçeya di çapemeniya Hindîstanê de cîh girtiye, herdu malbat jî li zava geriyane, lê li gel hemû hewldanan jî zava nekarîn peyda bikin û bûk jî ji ber wê rewşê nekariye rondikên çavên xwe bigre û di wê demê de mêvanekî pêşneyarek ji bûkê re kiriye û jê re gotiye li gel kesekî herî guncaw bizewice. Dema ku ew tişt ji aliyê malbatê ve jî hat pejirandin dawetê berdewam kir.
Malbata bûkê di nav mêvanan de zavayekî nû helbijart û piştî zavayê hatiye helbijartin ji aliyê malbata wî ve jî ew rewş hate pejirandin bûk û zavayê nû zewicîn.
Çend mehên borî jî dîsa li Hindîstanê rewşekî wisa pêkhatibû û piştî zava reviyabû, bûk li gel mêvanên hatine dawetê yek ji wan re zewicîbû.