Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye 203 kes bi koronayê mirin Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye 203 kes bi koronayê mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye 203 kes bi koronayê mirin

BasNews- Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di 24 saetên dawîn de 11 hezar û 937 pêketiyên nû yên vîrusa coronayê hatin tomarkirin û herwiha 203 kes jî bi coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de e 217 hezar û 276 pişkinînên taybet bi koronayê hatine kirin ku  encamên 11 hezar û 937 ji wan pozîtîv bûye.

Ji ber koronayê de 203 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Herwiha 10 hezar û 125 nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 139 hezar û 485 kesan û 45 hezar û 186 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 4 milyon û 971 hezar û 245 kes jî ji vîrusê baş bûne.