Li Rojavayê Kurdistanê 43 kesên din bi koronayê ketin Li Rojavayê Kurdistanê 43 kesên din bi koronayê ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Rojavayê Kurdistanê 43 kesên din bi koronayê ketin

BasNews-  Li Rojavayê Kurdistanê 43 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 43 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 17 kes li Hesekê, 10 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 5 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Reqayê, 1 kes li Minbicê, 1 kes li Kampa Holê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17088 kesan, ji wan 1755 kes baş bûne û 702 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.