BasNews- Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Mîrê Qeterê Şêx Temîm peywendiyeke telefonî encam da û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê gotûbêj kir.
Êvara îro roja înê 14.05.2021ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Alsanî peywendiyeke telefonî encam dan. Di peywendîya telefonî de tekîliyên Herêma Kurdistanê û Qeterê û rûdanên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozahiyên xwe yên cejna Remezanê ji Mîrê Qeterê re anî ziman. Herweha pesnê helwêsta Qeterê da beramber dilsoziya Qeterê li ser êrîşên dawî yên li ser balafirxaneya Hewlêrê.
Herdu aliyan amadebûna xwe derbirî ji bo zêdekirina peywendiyên bazirganî û weberhênanê û herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya xurtkirina peywendiyan kiriye.