BasNews- Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ew bi tûndî êrîşa li ser hemwelatiyên kurd li Tirkiyê şermezar dikin.
Îro roja înê 14.05.2021ê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê ragihandiye’’ Em bi tûndî wê rûdawû şermezar dikin. Mixabin destdirêjiyeke nemirovane bi ser wan de hat kirin. Bi taybet zarok û jin û zarok di navde bûn. Niha lêkolîn li ser rûdawê dest pê kiriye û li gor zanyariyan bi me hatine dayîn 3 kes hatine desteserkirin.’’
Herwiha Sefîn Dizeyî derbarê êrîşa li ser wî hemwelatiya jî dibêje: ‘’Min peywendî bi Kak Muştaq kiriye û spas ji bo Xwedê ku tendirustiya wî baş e.’’
Herwiha Sefin Dizeyî dibêje:’’ Min peywendî bi Konsolê Tirkiyê yê li Hewlêrê kiriye ê nerazîbûna xwe aniye ziman. Hêvî dikim berpirsên Tirkiyê bi berpirsiyarî û duristî biryarê bidin.’’
Duhê êvarê roja pêncşemê komeke nijadperestên tirk li bajarê Mêrsînê Tirkiyê êrîşî malbateke kurd a Hewlêrî kiirbûn ku bi armanca geştiyariyê çûbûn Mêrsînê. Dîmenên wê êrîşa ser malbata kurd di torên medyaya civakî de belav bûn û di wan dîmenen da dihat dîtin ku 2 endamên wê malbatê ji ber ji ber êrîşên nijadperestan birîndar bûne.
Herwiha parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw aşkere kiribû ew bi ti awayî wê êrîşa li ser xelkê kurd qebûl nakin.