BasNews - Li Rojavayê Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê mirin û 83 kesên din jî pê ketin.
Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragiahnd di 24 demjimêrên borî de 83 kesên din bi vîrûsê Korona ketine û 3 kes jî baş bûne.
Li gor Desteya Tendrustiyê, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 7 haletên mirinê hatine tomar kirin.
Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsê Korona hatine tomarkirin, gihiştiye 16 hezar û 911 kesan; ji wan hezar û 739 kes baş bûne û 694 kes jî canê xwe ji dest dane.