PAK: Em Leyla Qasim bi giramî bibîr tînin PAK: Em Leyla Qasim bi giramî bibîr tînin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

PAK: Em Leyla Qasim bi giramî bibîr tînin

BasNews – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê bi boneya salvegera darve kirina Leyla Qasim peyamek belav kir.

Daxuyaniya PAKê waha ye:

Leyla Qasim di roja 12.05.1974an de li Bexdadê ji alîyê rejîma Beasê ve hate darvekirin.

Leyla Qasim têkoşereke jin a endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.

Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe.

Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.

Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jensoîdan heta îro nikarîbû rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire û ji îro pê ve jî dê nikaribe bigire.

Em Leyla Qasim, hevalên wê Cevad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd , Azad Suleyman Miran û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

12.05.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bir 5 kişi ve şunu diyen bir yazı 'Leyla Qasim û çar hevalên wê AzadSjeman Miran Jav jawad Hamawa Hassan Hama Rash Layla Qasim man Fuad Masti' görseli olabilir