Talîbanê kontrola navçeyekî nêzîkî paytext Kabilê xist dest xwe Talîbanê kontrola navçeyekî nêzîkî paytext Kabilê xist dest xwe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Talîbanê kontrola navçeyekî nêzîkî paytext Kabilê xist dest xwe

Rukiye Mistefa

BasNews – Piştî vekêşîna hêzên biyanî ji Afganîstanê, çekdarên Talîbanê navçeya Narh a 30 kîlometre nêzîkî paytext Kabilê kontrol xistin dest xwe û wezareta berevaniya Afganîstanê jî ragehand, dê ji bo careke din bidest xistina navçeyê dest bi operasyonê bikin.

Parêzgerê Maydan Vardak a nêzîkî paytext Kabilê Ebdul Rehman Tariq ji çapemeniyê re ragehand, çekdarên Talîbanê li navçeya Narh a ser bi Maydan Vardakê duh demjimêrên şevê êrîşek dane destpê kirin.

Herwaha got, hêzên ewlehiyê ji navçeyê xwe vekêşandine û navçe ketiye bin kontrola çekdarên Talîbanê.

Wezareta berevaniyê jî ragehand, ji bo paşde standina navenda navçeyê dê dest bi operasyonê bikin.

Talîbanê jî ragehand, derveyî navenda wê navçeyê kontrola binkeyekî polîs jî xistine dest xwe.

Çekdarên Talîbanê roja 5ê Gulanê li navçeya Burka ya ser bi parêzgeha Baglanê jî kontrol xistibûn bin destê xwe.

Rêxistina Talîbanê ji ber cejna Remezanê 3 roj agirbest ragehandibû.