Li Tacîkîstanê lehî rabû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan Li Tacîkîstanê lehî rabû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Tacîkîstanê lehî rabû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Rukiye Mistefa

BasNews - Li herêmên çiyayî yên Tacîkastanê ji ber barîna baranên tund lehî rabûn û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Komîteya Parastina Sivîl û Rewşên Lezgîn a Tacîkîstanê ragehand, li herêmên çiyayî yên welat ji ber barîna baranên zêde lehîr rabûne û xebatên lêgerîn û rizgar kirinê berdewam dikin.

Hat ragehandin ji ber rabûna lehiyan li herêmên Hatlan, Kulyab û Hîsarê 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji wan 7 kesan 5 kes ji ber otomobîla wan li ber lehiyê ketiye jiyana xwe ji dest dane.

Herwaha hat gotin, ji ber lehiyan gelek mal û bingehên avahiyan ziyan dîtine û tîmên rizgar kirinê li herêmên lehî lê rabûne xebatên xwe berdewam dikin.

Daxuyaniyê de hat gotin, serokomar Îmam Elî Rehman ferman daye, ji ber lehiyê ziyanên derketine divê bên diyar kirin û ji bo ew ziyan bên qerebû kirin jî di serokatiya serokwezîr Kahir Resûlzode de komîstyonekî hikûmetê bê av kirin.