Kerkûk – Kesekî birayê xwe kuşt Kerkûk – Kesekî birayê xwe kuşt
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Kerkûk – Kesekî birayê xwe kuşt

Diyarî Ehmed

BasNews – Şeva borî li bajarê Kerkûkê kesekî bi 4 guleyan birayê xwe kuşt û hîn sedemê bûyerê nayê zanîn.

Rêveberê binkeyê polîsê Domîz a bajarê Kerkûkê Eqîd Yusif Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî li kafeteryayekî li taxa Rizgarî (Hurriye) ya bajarê Kerkûkê, kesekî birayê xwe yê bi navê Karwan Mam Yusif bi çar fîşekan kuşt.’’

Herwaha got: ‘’Hîn sedemê kuştina wî kesî ji aliyê birayê xwe ve nayê zanîn û polîs dest bi lêkolînê kiriye.’’

Çavkaniyekî agahdar ji bûyerê jî ji BasNewsê re ragehand, ew kesê ku birayê xwe kuştiye, çûye nav kafeteryayê û ji wan kesan re gotiye ku nav kafeteryayê bûne, zû kafeteryayê vala bikin û ciwanan jî vala kiriye û tenê gule berdane birayê xwe û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest daye.