Iraq – Qedexeya hatûçûnê ya temamî ji bo 10 rojan destpê kir Iraq – Qedexeya hatûçûnê ya temamî ji bo 10 rojan destpê kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Iraq – Qedexeya hatûçûnê ya temamî ji bo 10 rojan destpê kir

Herman Xalîd

BasNews – Li Iraqê ji ber zêdebûna hejmara pêketinên bi vîrusa koronayê qedexeya temamî ya hatûçûnê ji bo 10 rojan destpê kir.

Ji 12:00ê şeva borî ve ango şeva 11ê bo 12.05.2021ê ve ji bo 10 rojan hatûçûn li hemû bajarên Iraq, Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê qedexeya bi temamî destpê kir.

Heta naha 1 milyon û 122 hezar û û914 kes li Iraqê bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 15 hezar û 834 kesan jiyana xwe ji dest dane.