Serok Barzanî 28 saliya damezirandina bingeha Laliş li kurdên êzîdî pîroz kir Serok Barzanî 28 saliya damezirandina bingeha Laliş li kurdên êzîdî pîroz kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serok Barzanî 28 saliya damezirandina bingeha Laliş li kurdên êzîdî pîroz kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bîst û heşt saliya damezirandina bingeha Laliş li kurdên êzîdî pîroz kir.

Serok Barzanî bi helkefta 28 saliya damezirandina bingeha Laliş peyamek belav kir. Peyama Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Birêzan serok û endamên desteya bilind ya bingehê Laliş,

Bi helkefta bîst û heşt saliya damezirandina bingeha Laliş ez pîrozbahiyên xo arasteyî heweyên birêz û endam û kadrên bingeha Laliş û hemû xûşk û birayên êzîdî dikem. Bingeha Laliş di salên borî da ligel hemî kosp û astengiyan, bi hewla kadr û rewşenbîrên civaka êzîdî berdewam pêş keftiye û xizmeteka berçav pêşêşî kultura gelê Kurdistanê û parastina nerîtên civaka êzîdî kiriye.

Ez piştevaniyê li bizav û mandîbûna bingehî dikem û hêviya berdewamiyê û pêşkeftinê bo hewe û hêviya aramî û xoşiyê bo hemû xûşk û birayên êzîdî dixwazim. Her serkeftî bin.

Bimînin di xêr û xoşiyê de

Mesûd Barzanî

11 Gulana 2021