Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê mirin Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê mirin

BasNews – Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi Koronayê mirin.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 664 kes bi Koronayê ketine û hezar û 117 pêketî jî baş bûne.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 9 kes jî bi Koronayê mirine.

Bi vî rengî, hejmara kesên ku heta niha li Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîşt 158 hezar û 146 kesan. Ji wan kesan, 139 hezar û 138 kes baş bûne û 4127 kes jî mirine.