Geşbîn Hewlêrî
BasNews – Endama Parlamentoya Kurdistanê ya ser bi fraksiyona PDKê Lîza Kakeyî ragehand, li gel taxima Lahor Cengî ku naha grubeke YNKê ye, ‘’Xiyanet bûye çand’’ û eger kes bidest wan nekeve ku xiyanetê lê bikin, xiyanetê li dostên xwe dikin.
Lîza Kakeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Malpera Yahoo News malperekî cîhanî ye û hemû nûçeyên wan bi çavkaniyên saxlem tên belav kirin. ji bo nûçeyekî derew nikarin navûbangên xwe bixin metirsiyê. Ji ber wê jî ti gumanek li ser rastiya zanyariyan tine ye.’’
Herwaha got, ew siyaseta naha grubeke nav YNKê birêve dibe, siyaseta xiyanet kirinê ye ku bûye çand li gel wan. Geheştiye astekî ku xiyanet li hevpeymanên xwe yên herêmî jî dikin, ku demekî jî xwe firotibûn wan. Ev yek jî di pêşerojê de dibe metirsî li ser herêma Kurdistanê û dûr nîne bibe metirsî li ser xelkê Kurdistanê. Waye Îran bi rêya wezareta derve ve gefa ceza kirina wan dike ku destê wan di kuştina Qasim Silêmanî de heye. Ev metirsî jî ku hatiye ava kirin, sedemê wê siyaseta xelet a taximeke nav YNKê ye ku Lahor Cengî serdestê wê ye.
Lîza Kakeyî diyar kir, ew taxima YNKê her roj krîzekî bo herêma Kurdistanê ava dike, hemû wan karane jî bo veşartina tewan û karên xwe yên kirêt û neyasayî ku ew dikin, bi rêya malperên xwe yên berevajîker û çapemeniya xwe ve hewla mijûl kirina xelkê didin.
Herwaha daxwaz ji xelkê herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybet jî ji parêzgeha Silêmaniyê kir, hişyar bin û berçavê xwe bibînin û bizanin di saya taxima Lahor Cengî de ber bi kuderê ve diçin.