Banka xwînê ya Hewlêrê bangewaziyek bilez bo xwîna O+ dike Banka xwînê ya Hewlêrê bangewaziyek bilez bo xwîna O+ dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Banka xwînê ya Hewlêrê bangewaziyek bilez bo xwîna O+ dike

BasNews – Banka xwînê ya Hewlêrê bang li welatiyan dike serdana bankê bikin û xwîna “O+” bidin ji ber ku gelekî pêwîst e.

Banka xwînê ya Hewlêrê bangewaziyek bilez belav kiriye û daxwaz ji welatiyan kiriye, her kesê ku cureya xwîna wê/wî “O+” be bila serdana bankê bike û xwînê bide.

Banka xwînê ya Hewlêrê daxwaz ji dezgehên medyayî, malper û rûpelên civakî jî dike bo gihandina wê bangewaziyê alîkariya wan bikin.

Di bangewaziya banka xwînê de hatiye gotin, ew kesên ku bi rojî ne dikarin piştî fitarê serdana bankê bikin û yên ku serdana bankê jî dikin bila şîretên tenduristiyê bicîh bînin.