Qaymeqamê Çoman: Ji ber PKKê 15 gundên me bê xizmetguzarî mane Qaymeqamê Çoman: Ji ber PKKê 15 gundên me bê xizmetguzarî mane
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Qaymeqamê Çoman: Ji ber PKKê 15 gundên me bê xizmetguzarî mane

BasNews – Qaymeqamê bajarokê Çoman yê Herêma Kurdistanê dibêje, çekdarên PKKê 15 gundên devera Çoman dagîr kirine û nahêlin xizmetguzarî bigehîje wan gundan.

Qaymeqamê Çomanê, Siware Ekrem ji BasNewsê re got, li devera Çoman çendîn gund di bin kontrola PKKê de ne ji ber wê jî em nikarin wek pêwîst xizmetguzariyan bigehînin wan gundan.

Siware Ekrem navê wan gundan anî ziman û got, ew gundên ku di destê PKKê de ne ev in; Mawnan, Qelat, Serkan, Koye, Wesan, Rezwêlke, Çome, Zengelîn, Buran û Sernêl yên nahiya Qesrê. Gundên Gundejor, Gelejêr, Dolebon, Şore û Mawet yên nahiya Hacî Omeran.

Qaymeqamê Çoman da zanîn jî, gelek caran ew dever û gund ji ber hebûna PKKê ji aliyê firokeyên şer yên Tirkiyê ve tên bordûmankirin. Ji ber wê jî heta niha gelek kesên sivîl şehîd û birîndar bûne û ziyanek mezin jî gihîştiye deverê.