Herman Xalîd
BasNews – Berpirsekî Îranê ragehand, welatê wan her meh dê 3 milyon dozên perpûna vîrua koronayê hilberîne.
Rêveberê cîbicîhkar ê projeya perpûna vîrusa koronayê li Îranê Reza Mezherî ji çapemeniya welatê xwe re ragehand: ‘’Wezareta tenduristiya Îranê ji bo pejirandina encamên qonaxa sêyem ên ceribandinên perpûna (Ko Îran Bereket) nêzîk bûye.’’
Reza Mezherî ragehand: ‘’Piştî pejirandina encamên qonaxa sêyem ên ceribandinan, dest bi yekem qonaxa hilberîna perpûnê dê bê kirin û her meh sê milyon doz perpûn dê bên hilberîn.’’
Berpirsê Îranî amaje bi wê yekê jî dike ku amadekarî bo vekirina dozên duyem ên hilberînê jî tê kirin, ku asta hilberîna perpûna vîrusa koronayê bo 17 milyon dozan dê bê zêde kirin.
Li gor gotinên Reza Mezherî proseya perpûna Ko Îran Bereket di meha pêş ango ya Hezîranê de destpê dike.
Heta naha 2 milyon û 673 hezar û 219 kes li Îranê bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 75 hezar û 261 kesan jiyana xwe ji dest dane.