BasNews – Enstîtuyeka Amerîkî dibêje, milîsên Heşda Şeibî li ser sînorên Iraq û Sûriyê dewletokek ava kirine.
Enstîtuya Amerîka ya “Newlines” di raportekê de ragiahndiye, milîsên şîe bi temamî sînorên navbera Iraq û Sûriyê kontrol kirine.
Di raportê de hatiye gotin, milîsên Iraqî ku Îran piştevaniya wan dike, li wê deverê dewletokek ava kirine.
Li gorî agahiyên wê dezgeha Amerîkî, milîsên Iraqî çalakiyên bazirganî û aborî yên wê deverê jî xistine destê xwe.