Wezareta navxwe çend biryarek derbarê qedexeya hatûçûnê ya rojên cejnê de dan Wezareta navxwe çend biryarek derbarê qedexeya hatûçûnê ya rojên cejnê de dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta navxwe çend biryarek derbarê qedexeya hatûçûnê ya rojên cejnê de dan

Biryar Koyî

BasNews – Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê qedexeya hatûçûnê ya rojên cejna Remezanê de hin biryar dan.

Wezartea navxwe bi daxuyaniyekî ku 3 xalan pêktê ragehand, qedexeya hatûçûnê ya rojên cejnê desthilata wê ji parêzger û serpereştyarên îdareyên serbixwe re tê dayîn û qedexeya hatûçûnê ya temamî an jî sînordar bicîhanîn di desthilata wan de ye.

Daxuyaniya wezareta navxwe de hat ragehandin, ku qedexeya çûnûhatinê ya di navbera Herêma Kurdistan û parêzgehên naverast û başûrê Iraqê de jî dê weke xwe bimîne û berdewam be.

Li gor heman daxuyaniya wezareta navxwe, biryarên wan bi mebesta pêbendbûn bi tedbîrên xweparastinê û rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Korona ne û karasanî bo karê rojane yê hemwelatiyan di rojên cejnê de tê kirin.

Ji aliyê din ve Odeya Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê jî li ser rojên Cejna Remezanê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir, di rojên cejna Remezanê de li parêzgeha Hewlêrê qedexeya hatûçûnê nabe û rê bi hemwelatiyan re tê dayîn bi pêkanîna tedbîrên tendirustiyê hatûçûnê bikin û cejna xwe birêve bibin.

Li gor daxuyaniya Odeya Operasyonan ya Parêzgeha Hewlêrê, nimêja cejnê li mizgefan rêpêdayî ye, lê ji mamostayên olî û pêşnimêjan dixwaze ku pabendbûna bi rêkarên xweparêziyê liber çav bigrin.