Cotyar Kelarî
BasNews – Çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê êrîş kirin ser hêzên Heşdî Eşîretan.
Efserê polîsê Reşad Selam Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 07.05.2021ê çekdarên DAIŞê di navbera bajarokên Daqûq û Reşadê êrîşî ser hêzên Heşdî Eşîretan kirin.’’
Herwaha got: ‘’Çekdarên Heşdî Eşîretan û suneyên li gundê Stîh li hember DAIŞê rawestane û dii encama wî şer û pevçûnê de çekdarekî Heşdî Eşîretan birîndar bûye.’’
Heşdî Eşîretan hêzên çekdar ên ser bi Heşdî Şeibî ne, lê sune ne.