Wezareta Tendirustiyê: 4 kesên din bi Koronayê mirine Wezareta Tendirustiyê: 4 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Tendirustiyê: 4 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 592 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 592 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 46 kes li Hewlêrê, 270 kes li Silêmaniyê, 220 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Silêmaniyê û 3 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de  1179 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 288 kes li Hewlêrê, 371 kes li Silêmaniyê, 457 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 47 kes li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 154901

Mirin: 4079

Başbûn: 133420

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.