Li rojava û bakurê Iraqê êrîş Ii hêzên hevpeymanan hatiye kirin Li rojava û bakurê Iraqê êrîş Ii hêzên hevpeymanan hatiye kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li rojava û bakurê Iraqê êrîş Ii hêzên hevpeymanan hatiye kirin

BasNews- Êvara îro roja pêncşemê 06.05.2021ê li rêya bombeyeke çandî êrîş kiraye ser dû karwanên hêzên hevpeymaniya navdewletî li bajarên Enbar û Selehedîn.

Medyaya Iraqê belav kiriye li sînorê parêzgehên Enbarê bombeyeke çandî li ser rêya karwanekî hevpeymaniya navdewletî hatiye çandin teqîyaye û hemwelatiyekî Iraqê birîndar bûye.

Herwiha beriya bi demekê li parêzgeha Selehedînê jî bombeyek li ser rêya karwanekî hêzên hevpeymaniya navdewletî de teqiye. Ligor zanyariyan ti ziyaneke canî çênebûye.

Cihê behsê ye berpirsên Iraqê û yên Amerîkayê nîgeraniya xwe derdibirin ji bo wan êrîşan beramber hêzên navdewletî û hêzên Amerîkayê.

Cihê behsê ye berî çend rojan, Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller nîgeraniya xwe li ser berdewambûna êrîşan nîşan dabû, ku bi ser hêzên biyanî de têne kiri