Diyale…DAIŞê agir berda dexilûdanê cotkaran Diyale…DAIŞê agir berda dexilûdanê cotkaran
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Diyale…DAIŞê agir berda dexilûdanê cotkaran

Diyarî Ehmed

BasNews – Hersal demsala dirûna dexilûdan de li gelek cîhên Iraqê û navçeyên hatine qutkirin ji Kurdistanê agir li berhemên cotkaran tê berdan û ked û westandina wan vala diçe. Îro jî li sînorê nahyeya Buhrîz a ser bi Beqûbe ya navenda parêzgeha Diyale çekdarên DAIŞê agir berdan dexilûdanê cotkaran.

Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed ji basnewsê re ragehand, îro 06.05.2021ê çekdarên DAIŞê li gundê Xelîl Hesnawî yê ser bi nahyeya Buhrîz a ser bi bajarê Beqûbe ya navenda parêzgeha Diyale, agir berdan dexilûdanê çend cotkarên gund ên bi navên Ehmed Cemîl û Husên Mecmeî û Selman Dawud û Saîr Ebur berdan.

Herwaha got: ‘’Timên agirkuj zû geheştin cîhê bûyerê û dest bi vemirandina agir kirin, lê 8 donim dexilûdanê cotkaran şewitî.’’