BasNews – Endamekî firaksiyona PDKê li parlementoya Kurdistanê bersiva parlementereka YNKê da ku gotibû çaksazî û reforma ku hikûmet behs dike, derewekî mezin e!
Parlementereka YNKê bi navê Şino Eşqî êrişî hikûmeta Kurdistanê kiriye û gotiye, qaşo çaksazî û reforma ku hikûmet behs dike, derewekî mezin e û hikûmet ne cidî ye.
Li ser vê mijarê, parlementerê PDKê Rizgar Îsa ji BasNewsê re got, çaksazî karê rojek û du rojan nîne lê dizîna dahat û qaçaxçîtiya ku li deriyên sînorî yên di destê partiya wê parlementerê de tên kirin, wisa kiriye ku çaksazî li Silêmaniyê bibe derewekî mezin.
Rizgar Îsa her wiha got, ji bona ku kes nebêje wan diz, êriş dikin û dixwazin bi vî rengî gendelî û diziya xwe veşêrin.
Bi gotina wî parlementerê PDKê, li Silêmaniyê astengên mezin li pêşiya çaksaziyê hene ji ber ku çaksazî berjewendiyên wan yên biçûk û şexî dixe metirsiyê.