Hêmin Salih
BasNews – Serfermandarê bere yê artêşa Iraqê Lîwa Babekir Zêbarî ragehand, berjewendiyê hevbeş ê Heşdî Şeibî, DAIŞ û PKKê li dijî herêma Kurdistanê û Pêşmerge ew gehandine hev û amaje wê yekê jî kir ku li gel ew hemû pêşhateyên rastî Pêşmerge hatine jî, lê hêza Pêşmerge kariye bi hêza xwe ya heyî ve parastina herêma Kurdistanê bike.
Îro 06.05.2021ê serfermandarê berê yê artêşa Iraqê Lîwa Babekir Zêbarî ji BasNewsê re ragehand, hin berjewendiyên hevbeş Heşdî Şeibî, DAIŞ û PKK li dijî herêma Kurdistanê û Pêşmerge gehandiye hev. Merc nîne wan hêzên dilreş yek armanca wan hebe, dibe li gel yek nakok û dijî hev bin. Lê îro hin berjewendiyên hevbeş ketiye navbera wan û hemûyan berê çeka xwe dane hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û herêma Kurdistanê.’’
Babekir Zêbarî got, li gel hemû derfetên kêm jî Pêşmerge kariye hêza xwe ya heyî ve parastinê li herêma Kurdistan bike, xala giring ew e hêzên Pêşmerge hemû bibin yek û di bin yek fermandariyê de bin. Wê deme dê şiyana wan pir zêdetir be ji naha û ew hêz ji ti aliyekî ve nikarin bi hêzên Pêşmerge. Ew hevgirtin jî naha bi çavdêrî û piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê û hêzên hevpeyman ve destpê kiriye û înşala dê encamên wê baş bin.’’