Bakûr – Li Gimgimê zilamek 53 sal in rojname û kovaran kom dike! Bakûr – Li Gimgimê zilamek 53 sal in rojname û kovaran kom dike!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bakûr – Li Gimgimê zilamek 53 sal in rojname û kovaran kom dike!

BasNews – Li bajarê Gimgim yê Bakûrê Kurdistanê, zilamek 53 sal in çi rojname û kovar ketibe ber destên wî, xwandiye û kom kiriye.

Zilamekî bi navê Nazim Uzunboylu û xelkê gundê Çaylar yê bajarê Gimgim li parêzgeha Mûşê, 53 sal in çi rojname û kovarên ku xwandiye, kom kiriye û kiriye arşîv.

Nazim Uzunboylu ji ajansa Anadolu re gotiye, wî odeyeka 30 metrî tijî rojname û kovar kiriye.

Bi gotina wî zilamî, di arîşîva wî de derdora 500 hezar rojname û kovar hene.

Temenê Nazim Uzunboylu 69 salî ye û ji sala 1968 ve rojname û kovaran kom dike.