Tenduristiya Hewlêrê: Hefteya bê du karwanên din yên vaksîna Koronayê digehîje Hewlêrê Tenduristiya Hewlêrê: Hefteya bê du karwanên din yên vaksîna Koronayê digehîje Hewlêrê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tenduristiya Hewlêrê: Hefteya bê du karwanên din yên vaksîna Koronayê digehîje Hewlêrê

BasNews – Berpirsekî tenduristiya Hewlêrê ragihand, hefteya bê du karwanên din yên vaksîna Koronayê dê bigehîje Hewlêrê.

Berpirsê xweparêziyê li rêveberiya tenduristiya Hewlêrê, Serheng Celal ji BasNewsê re got, heta niha li Hewlêrê 25 hezar kes hatine vaksînkirin û 75 hezar kesan jî navê xwe bo lêdana vaksînê tomar kirine.

Serheng Celal her wiha got, hefteya bê dê du karwanên din yên vaksîna Koronayê bigehîje Hewlêrê.

Wî berpirsê tenduristiya Hewlêrê li ser vaksînkirina zarokan jî got, heta niha ti biryarek di wî warî de nehatiye dayîn.