Rojhat Luqman
BasNews – Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gehandin xelkê gundeke ser bi nahyeya Kanî Masî, ku ji ber hebûna binkeyên PKKê yên li navçeyê, şer û bombebaranên Tirkiyê gund vala kirin.
Berpirsê ofîsa Şêladizê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Şevger Remezan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 06.05.2021ê me hin alîkarî gehandin xelkê gundê Kêste yê li sînorê nahyeya Kanî Masî, ji ji ber şer û bombebaranên Tirkiyê û bi bahaneya hebûna binkeyên PKKê gund vala kirin û berê xwe dan gundên derdorê.’’
Berpirsê ofîsa Şêladizê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî got: ‘’Alîkariyên îro pêkhatibûn ji xorak û tiştên paqijiyê û betenî û ava vexwarinê û ji bo 31 malbatan hate dabeş kirin.’’
Herwaha teqez jî kir, tişta ku bikaribin û hêza wan bigehîtê dê pêşkeşî xelkê wî gundî bikin.