BasNews – Li devera Xebat ya Hewlêrê di rûdaneka tirafîkê de kesek mir.
Berdevkê tirafîka Hewlêrê Fazil Hacî ragihandiye, îro danê sibê li ser rêya Hewlêr û Xebat û li nêzîkî Kanî Qirjale otomobîlek ji ber lezatiya zêde ji rê derket û li aliyê din yê rêkê li pîkabekî qelibî.
Wî efserê polîsê tirafîkê daye zanîn, di wê rûdanê de şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest da û şofêrê pîkabê û sernişînek jî birîndar bûn. Ziyanek mezin jî gihîşt her du otomobîlan.