Nirxê her bermîlek neft nêzîkî 70 dolarî bû Nirxê her bermîlek neft nêzîkî 70 dolarî bû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Nirxê her bermîlek neft nêzîkî 70 dolarî bû

Herman Xalîd

BasNews – Nirxê petrol ango neftê zêde dibe û nefta xaw her bermîlek nêzîkî 70 dolaran e.

Îro 05.05.2021ê li borsa Ewrupayê nirxê yek bermîl nefta xaw a Brent sedî 2.65 bilind bû û geheşt 69 dolar û 39 sentan.

Pisporên aborî dibêjin zêdebûna xwasteka li ser perpûna koronayê û destbikarbûna projeyên aborî bûye sedemê bilindbûna nirxê nefte.

Ji ber derketina şewba korona ya dawiya sala 2019ê li bajarê Wuhan a Çînê, heta naha zêdetir ji 155 milyon kes li cîhanê bi wê vîrusê ketin û nirxê nefte jî ji ber zêdebûna wê şewbê daketibû 16 dolaran, ku di wan 30 salên borî de asta herî nizim bû.