BasNews – Berpirsekî parêzgeha Duhokê dibêje, PKK rê xweş dike da ku Tirkiyê gundên Kurdistanê dagîr bike.
Sekreterê encumena parêzgeha Duhokê, Rizgar Sidqî ji BasNewsê re got, PKKê rewşek xirab li deverên sînorî çêkiriye û behane daye destê Tirkiyê da ku derbasî nav gundên parêzgeha Duhokê bibe.
Rizgar Sidqî her wiha got, ziyanek mezin gihîştiye xelkê me. PKK rê xweş dike da ku Tirkiyê wan deveran bi taybet cihekî stratejîk mîna Zinarê Kêste dagîr bike.
Sekreterê encumena parêzgeha Duhokê bang li PKKê kir ji deverê derkeve da ku êdî Tirkiye behaneyan nebîne û êrişî xak û gundên Herêma Kurdistanê neke. Bila êdî PKK rê xweş neke bo Tirkiyê û şer nehîne nav gund û malên me.
Bi gotina Rizgar Sidqî, eger PKK li wir nemîne Tirkiye jî êdî nikare gundên Herêma Kurdistanê bordûman bike.