BasNews - Ji ber şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê, gundekî din yê Duhokê hat valakirin.
Peyamnêrê K24ê ji zarê çavkaniyên deverê ragihand; ji ber şerê di navbera çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê de li deverê û bombebarana tund a artêşa Tirkiyê, şeva borî gundê Kêste yê li sînorê Kanî Masî bi temamî hate valakirin û şêniyên gund ji ber rewşa metirsîdar a şer, mal û milkê xwe bi cih hiştin û ji gund derketin.
Li gorî agahiyan, çend roj in ew gund bûye qada şer û pevçûna navbera PKKê û artêşa Tirkiyê û tirs li nav şêniyên gundên hemû deverê de belav bûye.
Heta niha ji ber şerê PKK û Tirkiyê bi dehan gundên Duhokê wêran û vala bûne û ziyanek mezin gihîştiye xelkê wê deverê.
Ji bilî kavilbûna gundan, bi dehan sivîl jî şehîd û birîndar bûne di wî şerî de.