Li Bexdayê dest li ser yek ton madeyên teqemeniya DAIŞê de hat girtin Li Bexdayê dest li ser yek ton madeyên teqemeniya DAIŞê de hat girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Bexdayê dest li ser yek ton madeyên teqemeniya DAIŞê de hat girtin

Herman Xalîd

BasNews – Li Bexda ya paytexta Iraqê dest li ser yek ton madeyên teqemeniya rêxistina terorîst a DAIŞê de hate girtin.

Îro 04.05.2021ê şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê bi beyanameyekî ragehand: ‘’Ew madeyên dest li ser hatiye girtin, madeyeke gelek bihêz ê teqemeniyê ye û ji bo çêkirina bombeyên çandî û bombebarkirina otomobîl re tê bikaranîn.

Ewqas zêde teqemenî li Rojavayê Bexdayê dest li ser hat danîn û piştre jî pisporên teqemeniyê ew made rakirin bo ku jinavbibin.

Şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê ragehand: ‘’DAIŞê dixwest bi wê yek ton teqemeniyê ve bajarê Bexdayê bike armanca êrîşeke terorîstî ya mezin.’’