Dîplomateka Swîsra li Tehranê “di avahiyeka bilind” de ket û mir Dîplomateka Swîsra li Tehranê “di avahiyeka bilind” de ket û mir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dîplomateka Swîsra li Tehranê “di avahiyeka bilind” de ket û mir

BasNews – Dîplomateka Swîsra li paytexta Îranê di rûdaneka tarî de canê xwe ji dest da.

Medyaya Îranê ragihandiye, duhî li taxa Kamiraniye ya Tehrana paytexta Îranê, termê dîplomateka Swîsra hat dîtin.

Li gorî agahiyan, tê gotin ku wê dîplomata 51 salî ya Swîsra bi navê Silve B. ji qata 18 ya avahiyeka bilind de ketiye û canê xwe ji dest daye.

Heta niha nayê zanîn ew dîplomata Swîsrî, ku karmenda balyozxaneya Swîsra li Tehranê bû, çawa miriye; bi xwe xwe avêtiye yan jî hatiye avêtin yan jî ketiye.