Serokê Herêma Kurdistanê geheşt Silêmaniyê Serokê Herêma Kurdistanê geheşt Silêmaniyê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokê Herêma Kurdistanê geheşt Silêmaniyê

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel cîgirên Serokê Herêmê Cafer Şêx Mistefa û Mistefa Seyid Qadir gihîşt bajarê Silêmaniyê û biryar e çend pirsên girîng bi aliyên siyasî re guftûgo bikin.

Di destpêkê serdana bo Silêmaniyê de, Serokê Herêma Kurdistanê li girê Zergirde ligel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê û berpirsên wê partiyê bicive.

Tê payîn îro Nêçîrvan Barzanî li bajarê Silêmaniyê li gel rayedarên payebilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive û piştre jî serdana Partiya Sosyalîst  Demokrata Kurdistanê bike.

Li gor zanyariyên K24ê, di civîna Serokê Herêmê ya ligel aliyan de, dê li ser hilbijartinên pêş ên Iraqê, yekhelwestiya kurd li Bexda û pêwendiyên aliyên siyasî bikin guftûgo bêne kirin. Mijareke din a hevdîtinan jî, dê mijara destûra Herêma Kurdistanê be.

Ji bo danûstandin kirina van pirsan, duh Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bi Serokê Komela Dadgewerî ya Kurdistanê Elî Bapîr û û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn re civiyabû.

Ev yek di demekê de ye, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwe amade dikin ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên pêşxwet bibin ku biryar e di 10'ê Cotmeha îsal de birêve biçin.